RKOB Armancên me

 

Rêxistina Şoreşger a Rizgarîya Komunîst- RKOB/RŞRK, www.rkob.net

 

 

 

Rêxistina Şoreşger a Rizgarîya Komunîst- RKOB/RŞRK rêxistina hemî bindestan û ji bo rizgarîya çîna karker rêxistinek a têkoşînê ye. Sazîyeke ku navde karker (li gel malbatên wan) û herkesê dijî pergala kapîtalîst hene. RKOB/RŞRK bi away ramanî û kiryarî digihe rêgezên Marks, Engels, Lenîn û Troçkî. Kapîtalîzm şert û mercên jiyana me û dahatûya mirovahîyê avêtîye nav xeterê. Bêkarî, şer, karesatên derdor, birçî, kedxwarî, koçberî ûwd. evane hemû berhemên kapîtalîzma navnetewî ye. Ji ber vê çendê em dixwazin kapîtalîzmê ji holê rakin.

 

Rizgarîya çîna karker û gelên bindest tenê di civakek bêçîn de pêkane ku tê de kedxwarî û zordarî nîne. Civakek wiha tenê bi yekitîyek navnetewî tê bidestxistin.

 

Lewma, RKOB/RŞRK li welatê me û tevahî cîhanê ji bo şoreşek sosyalîst têdikoşe.

 

Ev şoreş, divê ji alîyê karkeran ve bêt çêkirin û rêvebirin. Lewra çalakîyên tên kirin di çînek wek zincîrê bi hev ve girêdayî de mimkune.

 

Şoreş bi awayek aştîyane pêşve naçe. Ji ber ku çîna serwer bi dilxwazîya xwe dest ji hêza xwe naberde. Rêya rizgarîyê di çekdarbûn û himber kapîtalîstan di şerê navxweyî re derbas dibe.

 

Ji kargehan heta tax û dibistanan bi rêxistinbûnê û li van cihan ji bo civatên karkeran bêt ava kirin dest bidin RKOB/RŞRK. Hikûmeta ji alîyê karkeran ve bêt hilbijartin dê hemû kargêrîyên din kontrol bike û kengê pêwîst bû dê bi dengan ji erkê bikeve.

 

Tu têkilîya qaşo "sosyalîzma rastî" ya li Yekitîya Sovyetan, Çîn, Kûba, Rojhilatê Ewropa bi sosyalîzm û komunîzmê re nîne. Li van welatan burokrasî serwer bû û zext li çîna karker dikir. RKOB/RŞRK piştgirî dide hemû xebatên hewl dide şertên çîna karker û bindestan çêtir bike. Em ji bo hilweşîna kapîtalîzmê bi vê perspektîfê nêzî rewşê dibin.

 

Sendîka mecbûrin bixebitin û têkoşîna çînî bidin, sosyalîzm û demokrasîya karkeran biparêzin. Lê belê niha sendîka tebeqeyek girêdayî demokrasîya civakî û sermiyan û îmtiyazên dewletê ye. Ew ji şertên jiyan û berjewendîyên endamên xwe dûr disekinin. Arîstokrasîya karkeran digihe avakirina çîna bilind û bi îmtiyaz a karkeran. Di têkoşîna çîna karker de, şûna girseyên berfireh berjewendîyên çîna xwey bilind difikirin.

 

RKOB/RŞRK hewl dide bi rêxistinên din re bibe yek. Lê belê em serwextin ku demokrasîya civakî, komên qaşo şoreşger û siyaseta wan a bizerar ji bo rizgarîya çîna karker wek astengeke.

 

Em dijî zordarîya netewî pişta tevgerên rizgarîya netewî digrîn. Rastîyê de li dijî hêza mezin em alîkarîya têkoşîna netewa bindest a antî-emperyalîst dikîn.

 

Tenê partîyek şoreşger û têkoşînek bilind dikare çîna karker pêşve bibe. Ji bo partîyek wiha moral û bawerîya herî mezin li Rûsya şoreşa serkeftî ya Bolşevîkane ku bin rêberîya Lenîn û Troçkî de pêkhat. Ev, ji bo partîyên şoreşger û şoreşan mînaka herî bi bandore.

 

Ji bo partîyek şoreşger a karkeran 5. kongreya navnetewî ya şoreşê!

 

Tu jî tevlî RKOB/RŞRK bibe!

 

Sosyalîzm nebe pêşeroj nîne!

 

Şoreş nebe sosyalîzm nabe!

 

Partîya şoreşê nebe şoreş nabe!